Li Enqerê Newroza 2019an hate pîrozkirin

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Newroza 2019 bi beşdariya parlamenter û endamên HDP û welatiyan hate pîrozkirin. Di Newroza îsal de jî mijarên sereke, grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî derketin pêş. Herwiha parlamentera HDPê ya Enqerê Filîz Kerestecîoglu bang li rayêdaran kir ku denge çalakgerên grêvên birçîbûnê werê bihîstîn û daxwazên wan yên demokratik werin bi cîh anîn.

K24- Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê Newroza 2019 bi beşdariya parlamenter û endamên HDP û welatiyan hate pîrozkirin. Di Newroza îsal de jî mijarên sereke, grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî derketin pêş. Herwiha parlamentera HDPê ya Enqerê Filîz Kerestecîoglu bang li rayêdaran kir ku denge çalakgerên grêvên birçîbûnê werê bihîstîn û daxwazên wan yên demokratik werin bi cîh anîn.

Newroza 2019an bi pêşangiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP ve li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li gorî salên din bi tevlîbûna girseyeke gur hate pîrozkirin. Di Newroza îsal de çalakiyên grêva birçîbûnê û hilbijartinên herêmî wek mijarên sereke derketin pêş. Di şahiya ku bi axaftina parlementera HDP ya Enqerê Filîz Kerestecîoglu û stranên hûnermandan de derbas bû de bang li rayêdarên hikumetê hate kirin ku dengê çalakgerên grêvên birçîbûnê bê bihîstin û daxwazên demokratîk werin bi cîh anîn.

Fîlîz Kerestecîoglu - Parlamentera Enqerê ya HDP (Divê Deng werê Xwendin)got: Beriya her tiştî ez Newroza hemû kesan pîroz dikim. Li vê derê xwestin ku em agirê Newrozê pênexin lê ew agir di dilê me de ye, me ew agir li hemû deran pêxist. Gel aştiyê dixwazin, rakirina tecrîdê dixwazin û naxwazin êdi ciwan jiyana xwe ji dest bidin. Hemû têkoşÎna me bo aştî û demokrasiyê ye."

Li aliyekî din ve bi stranên Koma Gulên Xerzan û hunermendên jî gel li qada Newrozê govend gerandin.

Çiya Şenses - Solîstê Koma Gulên Xerzan, got:" Em dixwazin roja Newrozê li hemû rojhilata Navîn bibe rojekî aştiyê, bibe rojekî xweş û geş. Newroz roja serhildanê ye rojekî xweş e. Em dîsa Newroza hemû gele xwe û rojhilata Navîn hemû pîroz dikin û em xêratina we jî dikin."

Welatiyên ku tevlî pîrozbahiyên Newroza Enqerê bûn jî peyam û hêviyên xwe bo mikrofona Kurdistan24ê raber kirin.

Nezahata Yaşar – Welatî, dibêje: "Newroz ji bo me, belkî ji bo wan kesên di grêva birçîbûnê de bibe wekî serhildanekê û grêva wan biqedê. Nerwoz bo me ne eyde newroz bo me serhildan e. Înşelle dê grêvên birçîbûnê biqedin, hêviya min ew e"

Berîvan Emîne – Welatî, got: " Ez Newroza tevê gelê Kurd bimbarek dikim. Bedena xwe danîne ber birçîbûnê ez ji wan re serkeftinê dixwazim. Înşelle emê biserkevin, înşelle dê bibe aştî, demokrasî."

Dewletxan ORMAN – Welatî, got: "Ez dixwazim ev zilma ser serê me rabe, ji wextê bav û kalen me heta niha em di bin vê zilmê de ne. Înşelle emê rabin emê qezenc bikin hêviya me ev e."

Herwiha pîrozbahiyên Newrozê bi gotina sitranan û gerandina govendên gelerî bê arîşe bi dawî hat.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bb071d93-0ddc-4e07-aa4f-ff6a6b323350/032419FKY.ism/manifest