Li Stenbolê nûnerên AK Partî û MHP girtiyên hejmartina sindoqan îmze nekirin

Li Stenbolê nûnerên AK Partî û MHP girtiyên hejmartina sindoqan îmze nekirin û hejmartina 400 sindoqan hat betalkirin.

K24- Hewlêr

Li Stenbolê nûnerên AK Partî û MHP girtiyên hejmartina sindoqan îmze nekirin û hejmartina 400 sindoqan hat betalkirin.

Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, bi daxwaza partiya desthilatdar AK Partiyê, dengên pûç yên Stenbolê ji nû ve tên hejmartinê.

Duh li Stenbolê tenê hejmartina 200 sindoqan ma bû ku, nûnerên AK Partî û MHPê yên ser sindoqan, girtiyên encamên hilbijartinê îmze nekirin. Bi daxwaza AK Partiyê, hejmartina nû ya 400 sindoqan jî hat betalkirin.

Li aliyê din, CHP di malpera xwe ya fermî de, postê Ekrem Îmamoglu wek Şaredarê Bajarê Stenbolê nûjen kir û Serokê Giştî yê CHPê da xuyakirin, ew ji bilî vê tu bijardeyek nîqaş nakin.