Rûhanî û Erdogan liser Suriye axaftin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarên Tirkiye û Îranê Receb Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî di pêwendiyek telefonî de rewşa Suriye girtin dest.
Ligor serkaniyên ji Serokomariya Tirkiyê di axaftina telefonî de yekparçeyiya xaka Suriye, çareseriya siyasî girêdayî aloziya Suriye û pêvajoya Astana babetên girîng ên diyaloga Rûhanî û Erdogan bûn e. herweha liser pêwendiyên her du dewletan hatiye rawestandin.
Erdogan û Rûhanî dan e zanîn ku, proseya Astana bi garantoriya her du welatan û Rûsya dê berdewam bike.
C.B