"Paşeket tê kêmkirin û her 30 rojan wê mûçe bên dayin"

Encûmena Bilind ya Petrol û Gazê, pirojeyek daniye ku Hikûmet karibe li ser bingeha wê, rêjeya paşeketkirina mûçeyên fermanberan kêm bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, sibe wê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bicive û wê biryarê li ser kêmkirina rêjeya paşeketkirina mûçeyên fermanberan bide.

Wî jêderî diyar kir, ku di dawîn civîna Encûmena Bilind ya Petrol û Gazê de, pirojeyek hatiye danîn ku Hikûmet karibe li ser bingeha wê pirojeyê, rêjeya paşeketkirina mûçeyên fermanberan kêm bike.

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di civîna îro ya Encûmena Bilind ya Petrol û Gazê de, pêşinyarên baş hatin kirin û biryar e sibe di civîna Encûmena Wezîran de, biryara pêdaçûnê li ser paşeketkirina mûçeyên fermanberan bê dayin û got: "Bêguman her pêdaçûnek di wî warî de bê kirin, wê di berjewendiya fermanberan de be".

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di civîna sibe de, wê hemû dahatên Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.

N.O