Welatiyên Qamişlo piştevaniya referandûma li Herêma Kurdistanê dikin

Welatiyên bajarê Qamişlo piştevaniya xwe bi biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîşan didin û tekez dikin ku, bandora wê dê bi erînî li ser Rojavayê Kurdistanê hebe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo piştevaniya xwe bi biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîşan didin û tekez dikin ku, bandora wê dê bi erînî li ser Rojavayê Kurdistanê hebe.

Roja Çarşemê 7 Hizêrana 2017an, nûnerên bilind ên partiyên siyasî yên di nava parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêr civiyan û roja 25 Îlona 2017an wek roja encamdana referandûmê hat diyarkirin.