“Heger aştiyê dixwazî, xwe ji cengê re amade bike”

Sêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkî yê nû destnîşankirî John Bolton tekez kir, pêwîstiya Amerîka bi hêzeke bibandor heye, ta bikaribe bi riya wê aştiyê bisepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkî yê nû destnîşankirî John Bolton tekez kir, pêwîstiya Amerîka bi hêzeke bibandor heye, ta bikaribe bi riya wê aştiyê bisepîne.

Şêwirmendê nû yê Serokê Amerîka ji bo karûbarên asayişa netewî John Bolton, ku biryar e di 9ê Nîsana bê de bi awayekî fermî dest bi kar bike, di yekem daxuyaniya xwe de behsa hêz û karînên leşkerî ji bo cibicîkirina aştiyê kir.

Ev şêwirmendê nû dibêje: “Bi Serok Trump re kar li ser cibicîkirina aştiyê bi riya hêzê dikin.” Amaje bi gotineke Romanî ya kevin jî kir û got: “Hêz û karîna leşkerî hevkar in ji bo peydakirina aştiyê.”

John Bolton di wê baweriyê de ye, erkê Amerîka ew e welatiyên sivîl û hevpeymanan û aboriyê biparêze, ji bilî wê jî gelek erkên din hene û divê werin kirin.

Herwiha got: “Em dixwazin xwe ji rûbirûbûnên zêdetir biparêzin, vê jî hêşt ku Serok vê riyê hilbijêre. Ew rê jî wek ya Serok Donald Reagan e (Peydakirina aştiyê bi rê hêzê) ev riyeke gerentîkirî ye ji bo dûrxistina rûbirûbûnê, wek çawa Romaniyên berê digotin: Heger aştiyê dixwazî, xwe ji cengê re amade bike.”

Bi destnîşankirina John Bolton wek Şêwirmendê Asayişa Netewî, rojnameya “Washington Post” a Amerîkî dibêje, Bolton dibe sedema guhartinên rîşeyî di rêveberiya Amerîka de li hember krîzên cîhanê.

 

 

S. B