Hekem Xilo: Minbic û Reqa tevlî sîstema Bakurê Sûriyê nebûne

Hevserokê Encûmena Zagonsaz li Cizîrê Hekem Xilo dibêje, ENKS ne tenê hilbijartin baykot kiriye, ENKSê hemû Rêveberiya Xweser û yasayên wê qebûl nake.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Encûmena Zagonsaz li Cizîrê Hekem Xilo dibêje, ENKS ne tenê hilbijartin baykot kiriye, ENKSê hemû Rêveberiya Xweser û yasayên wê qebûl nake.

Derbarê rewatiya hilbijartinên bakurê Sûriyê de Hekem Xilo ji K24ê re ragihand, niha li Sûriyê rewşeke aloz heye, heta rêjîma Sûriyê û piştî 7 salan ji kiryarên kuştin û wêrankirinê rewatiya xwe winda kiriye. Herwiha deverên di bin kontrola opozîsyonê û DAIŞê de ti rewatî li wir jî nîn in.

Herwiha Xilo tekez kir, ew wek Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xwedî wan ji bo tevahiya Sûriyê heye, dibe ku di destpêkê de ev proje nehatibe qebûlkirin, ji ber ku gotûbêjên li ser çarenivîsa Sûriyê bidawî nebûne û hîna li danûstandinên Cenêvê pirsên serke neketine rojevê.

Hevserokê Encûmena Zagonsaz amaje bi wê jî kir, kesê ku bixwaze çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibîne, ji bilî rêveberiyeke federalî, nikare Sûriyê bi rê ve bibe, ji ber ku ev krîza li Sûriyê heye, ji berhema dewleta netewî û navendî ne.

Hekem Xilo diyar kir, Minbic, Reqa û Dêrezor heta niha tevlî sîstemê wan yê federaliyê nebûne û ew wek Rêveberiya Xweser behsa tevlîbûna wan navçeyan di nav sîstemê xwe de nekirine. Ew navçe ji piştî rizgarkirinê radestî encûmenên sivîlan bûne û heger ew bixwazin tevlî federaliya wan bibin, ewê pêşwaziyê lê bikin.

Li ser baykotkirina ENKSê ji hilbijartinan re, Hekem Xilo got, ENKS ne tenê hilbijartin baykot kiriye, ENKSê hemû Rêveberiya Xweser û yasayên wê qebûl nake.

Got jî, baykotkirina ENKSê bandoreke wê li ser hilbijartinan heye, lê piraniya milet beşdarî proseya hilbijartinan dibe û bi awayekî baş bi rê ve diçe.