Pentagonê 550 milyon dolar ji bo HSDê terxan kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an, 550 milyon Dolar ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞê bi wan re kar dike, terxan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an, 550 milyon Dolar ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞê bi wan re kar dike, terxan kir.

Hat ragihandin Pentagonê ji budçeya xwe ya sala 2019an ji bo rahênan û biçekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 550 milyon dolar terxan kir. Ji van 300 milyon dolar wê perwerdekirina HSDê be û 250 milyon dolar jî wê ji bo avakirina Hêza Parastina Sînor be.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ku serkêşiya wê Amerîka dike HSDê weke hevalbendê xwe dibîne û heta niha bi hezaran barhilgirên çek û cebilxane ji bo HSDê hatine şandin.

Hêjayî gotinê ye, bi sedema alîkariyên Amerîkayê yên bo hêzên Kurdî li Sûriyê, têkiliyên Amerîka – Tirkiyê ketine rewşeke aloz.