Dostê Kurd ê dêrîn pîrozbahiyê li referandûma serxwebûnê dike

Konsolê berê yê Fransayê li Hewlêrê û dostê Kurd ê dêrîn Tissot Frederic pîrozbahiyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê berê yê Fransayê li Hewlêrê û dostê Kurd ê dêrîn Tissot Frederic pîrozbahiyê li referandûma serxwebûna Kurdistanê dike.

Tissot Frederic li ser hejmara xwe ya “Twitter” çend wêneyên xwe yên nû ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî belav kir û nivîsî: “Gelê Kurdistanê biryar li çarenivîsa xwe da. Roja din, roja yekem ya serxwebûnê di giyanan de ye.”

Duh 25ê Îlonê, gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên netewî û olî çûn ser sindoqên dengdanê û biryar li çarenivîsa xwe dan. Li gor amarên destpêkê jî, dengê belê ji bo serxwebûna Kurdistanê zêdetirî ji sedî 90 aniye.

Berî birêvebirina referandûmê, welatên herêmê û cîhanê hewl dan ji bo paşxistina referandûmê, lê serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê rijd bû, ku referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe.

Di nava vê mehê de, nûnerên welatên bihêz ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Encûmena Bilind a Serxwebûnê civiya bûn û daxwaz kirin ji bilî referandûmê, guftûgoyeke cidî ligel Bexdayê dest pê bikin, lê Herêma Kurdistanê ragihand, prose di dema xwe de tê kirin û guftûgoyê jî ligel Bexdayê dikin.

Dema ew şanda welatên bihêz di civînê de bûn, Tissot Frederic yê wek dostekî dêrîn ê Kurd, ku di serdema şoreşa Kurd de serdana Kurdistanê kiribû di riya Twittera xwe re ragihandibû, “Pêwîst e dostên min yê Kurd baweriyê bi ti sozan nekin”

Di dema birêveçûna proseya referandûmê, Tissot Frederic wek çavdêr li Kurdistanê bû û ji nêzîk ve agahdarî hûrgiliyên birêveçûna referandûmê dibû.