Werzişvaneke Kurd li Amerîka pileya yekem bidest xist

K24 – Navenda Nûçeyan

Keçeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê bi navê Aryan Seîdî di werzişa laşciwaniyê de li ser astê Amerîka pileya yekyem bidest anî û bihêvî ye di meha bê de pileya yekem li ser astê cîhanê bidest bixe.

Aryan Seîdî ji Washingtonê ve ji K24ê re ragihand, wê ji sala 2017an dest bi vê werzişê kiriye û bihêvî ye rojekê di bin ala Kurdistanê de vê werzişê bike.

Aryana Seîdî got jî, ku tîşêrteke wê hebû li ser nivîsîbû “Bijî Pêşmerge, Bijî Kurdistan” her kesekî jê dipirsî wateya wê çi ye. Dema ji diya min têdigijîştin wateya wê, ew kêfxweş dibûn, ji ber ku ew dizanin çi pirsgirêk li Kurdistanê rû dide ji şerê DAIŞê û êrîşa li ser Kobanê û Efrînê.

Got jî: “Em her dem di nava şer de bûne, heyameke me ya aram nîn e, mixabin em ne serbixwe ne jî. Bi wan gelekî xweş ku min bi navê Kurdistanê li wir bûm û wan jî her dem silogan digotin, Bijî Pêşmerge, Bijî Kurdistan.”

Aryan Seîdî da zanîn jî, di meha Gulanê de yariyeke wê ya girîng heye, heger karî bi vê astê biçe, dê beşdarî yariyên Olompî bibe, ku ew armanca jiyana wê ye ku karibe di bin ala Kurdistanê de beşdarî yariya olompîkî bibe.