Rikberek din ê Putin li Londonê mirî hat dîtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya The Guardian a Ingilizî ragihand, rikberê Putin Nikolay Glushkov ê ku li Londonê di koçberiyê de dijî mirî hate dîtin.
Glushkov nêzîkî Boris berezovski, ku yek ji rikberên sereke yê Putin e dihate nasîn. Laşê Glushkov ê mirî, ji alî malbata wî ve hatiye dîtin û agahdarî Plisê Londonê kirin e.
Berî demeke nêzîk dîsa li Londonê laşê sîxûrê berê yê Rûsî Segey Skripal û yê keça wî Yulia hatibûn dîtin û Ingilistanê, Hewalgiriya Rûsya ji vê kiryarê tometbar kiribû.
Wezîrê derve yê Rûsyayê ev tometên Londonê red kiribû.
C.B