Tirkiye û Îran amadeyiya Operasyonek hevbeş dijî PKK dikin?

Rojnameya Yeni Şafak ku nêzîkî hukimeta Ak Partî ya Tirkiye ye tîne ziman ku, Tirkiye û Îran ji bo Operasyonek hevbeş dijî PKK li Şingal, Qendîl û Reqa de li hevûdu kirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Yeni Şafak ku nêzîkî hukimeta Ak Partî ya Tirkiye ye tîne ziman ku, Tirkiye û Îran ji bo Operasyonek hevbeş dijî PKK li Şingal, Qendîl û Reqa de li hevûdu kirin e.

Ligor rojnameyê bi vî awayî tê xwestin plana “Israil – Amerika” bê pûçkirin. Herweha tê gotin, piştî daxûyaniyên Elî Ekber Welayetî li Lubnanê ku: “Ji bo destdanîn a liser Reqayê dê Operasyon destpê bike.” Hevdîtinên di navbeyna  Enqere û Tehranê de bi awayek ciddî dê liser Operasyona dijî PKK bidomin.

Yeni Şafak dinivîse, niha berpirsên derbazî yên Tirkiye û Îranê liser hurgiliyên vê Operasyonê kar dikin.