HDKÎ: Hêzeke hevbeş ya Heşda Şeibî û Pasdaran ber bi Koya ve diçin

Ev yekem car e hêzên Iraqî diçin navçeyên Şiwan û derdorê û ji asayişa YNK xwestine ku ji wê deverê derkevin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê deftera siyasî ya Hizba Dîmukratî Kurdistan a Îran Mihemed Nezîf Qadirî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Îro hêzeke hevbeş ji Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran, ji navçeya Şiwan ya Kerkûkê ber bi devera Teqteq ve birê ket."

Mihemed Nezîf Qadirî got: "Ew hêzên ber bi Teqteq ve hatine şandin, heman hêz in ku duh beşdarî şerê Pirdê bûne û ew hêzana hatine daku ziyanê li hêzên Rojhilatê Kurdistanê bikin ku bingehên wan li wê navçeyê hene û dema ev zanyarî gihiştin destê me, me çend gellek alî haydar kir."

Qadirî got jî: "Em destwerdanê di karûbarên navxwe yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de nakin û bingeh û hêzên me dûr in ji wan navçeyên ku şer di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de çêdibin."

Li gorî zanyariyan, piştî proseya enfalên salên heştêyî ji sedsala derbasbûyî, ev yekem car e hêzên Iraqî diçin navçeyên Şiwan û derdorê û ji asayişa YNK xwestine ku ji wê deverê derkevin.