Hikûmeta Kurdistan: Fransa piştevaniya çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de dike

Hikûmeta Kurdistan: Piştî aloziyên Cotmeha derbasbûyî, li Parîsê Serok Macron pêşwaziya şanda pile bilind ya Herêma Kurdistanê kir û ew dorpêça siyasî û dîplomasî li ser Herêma Kurdistanê şikand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê naveroka civîna serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: "Wezîrê derve yê Fransa piştevaniya welatê xwe û Serok Macron ji bo çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraqê tekez kir û diyar kir ku ew bi hêvî ye gotûbêjên di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa federal de destpê kirine, bi encameke baş derkevin û bibin sedema destpêkirina danûstandinên cidî ji bo çarekirina tevahiya kêşeyên di nav herdu aliyan de, herwiha ragihand ku Fransa ji bo çareseriyê alîkarî û handana herdu aliyan dike".

Di beşekî din de ji daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: "Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dilxweşiya xwe ji serdana wezîrê derve yê Fransa da xuyakirin û dubare sipasiya Serok Macron kir, ku piştî aloziyên Cotmeha derbasbûyî, li Parîsê pêşwaziya şanda pile bilind ya Herêma Kurdistanê kir û ew dorpêça siyasî û dîplomasî li ser Herêma Kurdistanê şikand, herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser rêz û sipasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bizavên Fransa û bi taybetî bizavên Serok Macron kir û ragihand ku gelê Kurdistan piştevanî û hevkariya Fransa jibîr nake".