"Çekan ji Rûsya mekirrin, çekan nefiroşin Siûdiyê"

Amerîka ji hevparên xwe dixwaze ku nema çekan ji Rûsya bikirrin û Îran ji Amerîka û Ewropa dixwaze ku çekan nefiroşin Siûdiyê

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku welatê wê ji hevparên xwe yên biyanî xwestiye ku pêwîst e çekan ji Rûsya mekirrin û di warê serbazî û teknîkî de girêbestan li gel wî welatî îmze nekin.

Heather Nauert diyar kir, ku hin welatan bi awayekî piraktîkî girêbestên kirrîna çekan bi 3 milyar dolar ji Rûsya rawestandine û ev yek vedigere wan sizayên ku berî niha li ser kompaniyên Rûsî yên çêkirina çekan hatibûn sepandin.

Welatê Rûsya di pilya diwem de ye li ser astê wan welatên ku çekan hinarde dikin û wezareta pîşesaziya wî welatî dibêje: "Bi 47 milyar dolar girêbestên firotina çekan ji aliyê kompaniyên Rûsî ve, li gel çend welatan hatine îmzekirin".

Ji aliyekî din ve, peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku welatê wî, ji firotina çekên Amerîkî û Ewropî ji bo Siûdiyê dilgiran e û got: Wezareta derve ya Îranê ji Amerîka û Ewropa dixwaze ku bi awayekî lezgîn firotina çekan ji bo Siûdiyê rawestînin.

N.O