Li Xurmatûyê şer di navbera Heşda Şeibî û Bereya Tirkmenî derket

Şer û alozî di navbera Bereya Tirkmanî û grûpeke Heşda Şeibî li Xurmatûyê derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û alozî di navbera Bereya Tirkmanî û grûpeke Heşda Şeibî li Xurmatûyê derket.

Jêderekî ji Xurmatûyê ji K24ê re ragihand, îro li Xurmatûyê şer di navbera Bereya Tirkmenî û grûpa Esayib Ehiluheq derket û heta niha şer berdewam e.

Wî jêderî amaje bi wê jî kiriye, heta niha sedema derketina wî şerî di navber her du aliyan de nehatiye aşkerekirin.

Xurmatû ji roja 16ê Cotemaha bihûrî ve ji aliyê Heşda Şeibî û piştevaniya Îranê dagîrkirî ye û ji bilî kuştina hejmarek ji welatiyan, çekdarên Heşda Şeibî piraniya malên Kurdan talan kirin û şewitandin.