Li Diyarbekir û Bidlîsê qedexe rabû
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexeya derketina derva ya li ser gundên Diyarbekir û Bidlîsê rabû.
Parêzgeriya Diyarbekirê 2 roj berê di çarçoveya operasyonên li dijî gerîlayên PKKê de li 38 gundewarên navçeyên wekî Licê, Pasûr, Hazro û Farqînê qedexeya derketina derva ragihandibû. Parêzgerî îro bi daxûyaniyeke nû ragihand ku qedexe rabûye.
Ji aliyekî din ve, hefteya borî jî li bajarê Bîdlîsê navçeya Mutkîyê li 4 gundan qedexeya derketina derva hatibû ragihandin. Îro hat zanîn qedexeya li ser wan gundewaran jî hatiye rakirin.