“Amerîka hewla dûrxistina Tirkiyê ji Rûsya û Îran dike”

Rûdanên li Rojhilata Navîn di lûtkeyeke ewlekarî ya li Tirkiyê de hat gotûbêjkirin. Serokê Sererkanên Tirkiye, Iraq û berpirsên leşkerî yên Amerîkayê beşdarî lûtkeyê bûn û geşedanên li Sûriyê û Iraqê nirxandin. Li gor pisporan li herêmê Rûsya her ku diçe hêzdar dibe û tifaqa xwe ligel Îran û Tirkiyê pêş ve dibe, armanca sereke ya vê lûtkeyê ew e ku Amerîka hewl dide tifaqa her sê welatan têk bibe û Tirkiye bikêşîne aliyê xwe.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Rûdanên li Rojhilata Navîn di lûtkeyeke ewlekarî ya li Tirkiyê de hat gotûbêjkirin. Serokê Sererkanên Tirkiye, Iraq û berpirsên leşkerî yên Amerîkayê beşdarî lûtkeyê bûn û geşedanên li Sûriyê û Iraqê nirxandin. Li gor pisporan li herêmê Rûsya her ku diçe hêzdar dibe û tifaqa xwe ligel Îran û Tirkiyê pêş ve dibe, armanca sereke ya vê lûtkeyê ew e ku Amerîka hewl dide tifaqa her sê welatan têk bibe û Tirkiye bikêşîne aliyê xwe.

Geşedanên li Rojhilata Navîn, ji aliyê serkirdeyên siyasî û leşkerî ve jî ji nêz ve tên şopandin. Ligel berdewamiya hevdîtinên dîplomatîk ên li ser herêmê, hevdîtinên ewlekariyê jî pêk tên. Ji bo guftûgokirina rewş û dahatûya herêmê, herî dawî li paytexta Tirkiyê Enqereyê, bi mazûvantiya Serokê Sererkanê Tirkiyê lûtkeya ewlekariyê hat kirin. Serokê Sererkanê Tirkiye Hulusî Akar, yê Iraqê Osman Ganimi Serfermandarê Amerikayê yê Ewropa Curtis M. Scaparrottî Serfermandarê Amerîkayê yê Hêzên Navendî Joseph L. Votel di lûtkeyê de hatin bal hev rûdanên li Sûriyê û Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor pisporê pêwendiyên derve Nezîr Yeşîlmen, ji Sûriyê bêhtir karîgeriya geşedanên li Sûriyê yên li ser Iraqê hatiye axaftin û yek armanca sereke ya lûtkeyê jî di ser Iraqê re şikestina tifaqa Tirkiye ya ligel Rûsya û Îran e.

Nezîr Akyeşîlmen ji K24ê re wiha axivî: “Di vê lûtkeyê de bêhtir piştî şikestina DAIŞê ya li Sûriyê tedbîrên pêwîst ên bo parastina ewlehî û seqamgiriya Iraqê wek armanca sereke hatiye gotûbêjkirin. Weke tê zanîn Rûsya li herêmê her ku diçe hêza xwe zêde dike. Tirkiye der barê krîza Sûriyê de ligel Rûsya û Îranê hevkariyek kir. Amerîka ji ber vê tifaqê dilgiran e ji bo têkbirina vê tifaqê Amerîka hewl dide ku Tirkiyê ji Rûsya û Îran dûr bixe bikêşîne aliyê xwe. Lê ji bo encamdayîna vê hewlê zû bi zû çênabe wê encama wê hewlê dem nîşan bide.”

Hat ragihandin di civînê de piştî encamdayîna referandûma 25ê Îlonê rewşa Kurdistanê jî hatiye nirxandin. Pisporê Pêwendiyên navdewletî Huseyîn Şeyhanlioglu dûpat kir di lûtkeyê de hebûna serokê sererkanê Iraqê nayê wê mayaê ku Amerîka û Tirkiye li hemberî Kurdistanê Iraqê ye.

Huseyîn Şeyhanlioglu got: “Bi ya min Tirkiye naxwaze ku Kurdistan zêde paş ve biçe û zirarê bibîne. Jixwe zirardîtina Kurdistanê dê zirarê bide Tirkiye jî. Binêrin piştî Kerkuk ji dest Kurdistanê çû petrola Kerkûkê bi destê Iraqê hat şandin bo Îranê û Tirkiye ji vir zirareke mezin dît. Loma divê Tirkiye girîngiyê bide.”

tifaqa digel Kurdistanê bi ya min Tirkiye di planên li ser herêmê de faktora Kurdistanê jî berçav digire.

Ji aliyê din ve hat amaje kirin di civînê de behsa peymana Tirkiye û Rûsya ya li ser moşekên S-400 jî hat kirin lê belê serfermandarê NATOyê der barê vê yekê de reaksiyonek çawa nîşan daye nehat diyarkirin.