Bahçeli bersîva Erdogan da: Ez Tirk im, Tirkperest im!

Nakokiyên di navbeyna Partiya Nîjadperest a Tirk – MHP û Partiya desthilat AK Partî piştî axaftinên di fraksiyonên parlementerî yên Tirkiye de gihişt astek bilindtir

K24 – Navenda Nûçeyan

Nakokiyên di navbeyna Partiya Nîjadperest a Tirk – MHP û Partiya desthilat AK Partî piştî axaftinên di fraksiyonên parlementerî yên Tirkiye de gihişt astek bilindtir.

Serokê Partiya Nîjadperest MHP Dewlet Bahçeli bi gotinên dijwar bersîva Serokomar û Serokê Partiya desthilat AK Partî receb Tayyip Erdogan da: “Ez Tirk im û Tirkperest im û bi vê yekê şanaz im”. Bahçeli herweha gelek rexne li rewşa siyasî û aborî ya Tirkiye kir. Ligor pîsporan ev îşareta derizîn a hevbendiya AK Partî û MHP ye.

Erdogan berî çendîn rojan bi egera sûnd a xwendevanan a ku berê ji alî şagirtan ve dihat xwendin, bi sûndek nîjadperestî biwesf kiribû û gotibû: Ew Tirk e, lê ne Tirkperest e. Ger vê yekê bêje, mafê Kurd jî heye bêje – ez Kurdperest im”.

 

 

C.B