Serok Barzanî: Em ji serxwebûnê venagerin û ti carî peyatiyê qebûl nakin

Serok Barzanî: Mixabin heger xiyaneta hin kesan di 16ê Cotmehê de nebûya, niha wê rewşeke din hebûya, niha jî gellek alî poşman in li ser ew tiştê çêbû û zulim li Kurdan hat.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî di heştemîn kongirê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de, gotinek pêşkêş kir û di destpêkê de kêfxweşiya xwe bi beşdariyê di heştemîn kongirê Lawên Demokrat ên Kurdistanê de da xuyakirin û hêviya biserketinê ji bo kongir xwest.

Behsa rola Lawan di Şoreşa Êlûnê û Şoreşa Gulanê de kir, ku roleke serekî di warê bihêzkirina hestê netewî de li cem lawan lîstine û got: Gellek ji serkirdeyan derçûyên Yekîtiya Lawan bûn.

Herwiha got: Ezê her dem piştevanê we bim û PDK bi hemû hêz û karînên xwe, wekî her dem wê piştevanê wê be.

Serok Barzanî got: Ji roja Kawayê hesinkar dest bi şoreşê kir, Kurd tiyê azadiyê ne û berdewam doza mafên xwe kirine, timî Kurdan bergirî li xwe dikirin û êrîşî axa xelkê û destdirêjî nekirine, di Şoreşên Êlûn û Gulanê de jî, Kurdan bergiriyeke merdane kirin û ziyanek li kesî nekirin.

Herwiha ragihand, ku ti pirsgirêka gelê Kurd bi gelên din re tine ye û tenê pirsgirêk li gel desthiltdaran e û got: Dema em dibêjin bila em hevpar bin qebûl nakin û em bêjin ka em cîran bin wê jî qebûl nakin, em jî peyatiyê qebûl nakin.

Serok Barzanî got jî: Dîrok tijî ezmûn û serpêhatiyan e, ji bo aramî û ewlehiya navçeyê û cîhanê jî baştir e aqilane hizir bikin, ku bi agir û hesin nikarin serê gelê Kurd daxînin, baştirîn çareser gotûbêj û lihvtêgihiştin e, heger na, bi agir û hesin kesî nekariye çok bi miletê Kurd deyne.

Derbarê referandumê got: Piştî sala 2003an, me gellek bizav kirin ku em di Iraqê de hevpar bin û ez bi xwe jî carna du mehan li Bexdayê dimam, daku em hevpar bin, lê mixabin diyar bû ku ew hevpariyê qebûl nakin û çendîn caran min got, em dixwazin bi xweşî û aştî kêşeyan çare bikin, piştre em dîsa çûn Bexdayê û me got: Em dixwazin li hevpariya rastiyane vegerin û Iraqeke demokrat û fedral ava bikin û em li ser danîna destûrê westiyane, werin em li wê destûrê vegerin, heger hûn vê jî qebûl nakin werin em bibin du cîranên baş û bi aştî bijîn.

Herwiha got: Mixabin heger xiyaneta hin kesan di 16ê Cotmehê de nebûya, niha wê rewşeke din hebûya, niha jî gellek alî poşman in li ser ew tiştê çêbû û zulim li Kurdan hat.

Serok Barzanî behsa qunaxa nivîsandina destûra Iraqê kir û got: Carna hefteyekê li ser du peyvan nakokî çêdibûn, di dawiyê de me di destpêka destûra Iraqê de nivîsand, ku pêbendî bi bicîkirina vê destûrê, parastina yekgirtina azadane ya Iraqê dike. Madem hatiye nivîsandin ku em azadane bûne yek, wê demê em Karin azadane ji hev cuda bibin. Ev ji mafê me ye û Xweda ev maf daye me, lê ew vî mafî jî ji me re qebûl nakin.

Herwiha got: Niha jî ger hin kes wa dibînin, ku ew yek ne ji mafê me ye yan emê poşman bibim, divê zanibin ku ew di xeyalan de ne û em ji serxwebûnê venagerin.

 

 

 

N. O