Amerîka nêzîkî 700 milyon Dolar alîkarî ji gelê Sûriyê terxan kir

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ev birê alîkariya nû dê barê li ser hikûmetên welatên derdora Sûriyê jî sivik bike, ji ber ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê li wir bicih dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ev birê alîkariya nû dê barê li ser hikûmetên welatên derdora Sûriyê jî sivik bike, ji ber ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê li wir bicih dibin.

Li gor daxuyaniyê, derdora 516 milyon Dolar dê ji bo Sûriyên di nava Sûriyê de bê terxankirin. Ji bo Urdinê 88 milyon Dolar, ji bo Tirkiyê 35 milyon Dolar, herwiha ji bo Libnanê 29 milyon Dolar hatine texankirin.

Daxuyaniyê diyar kir, para Iraqê jî ji birê pereya hebe ku 15 Milyon Dolar e, ji bo Msir jî 13 milyon Dolar e. 2 milyon Dolar jî ji bo rêxistinên herêmî ne.

Bi vê alîkariyê, ji sala 2012an û heta niha alîkariyên mirovî yên Amerîka ji bo Sûriyê digihe nêzîkî 7 milyar Dolarî.