Qedexeya li ser 25 gundên Colemêrgê hate dirêjkirin

Dema qedexeya derketina derva ya li ser 25 gundewarên Colemêrgê careke din hate dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema qedexeya derketina derva ya li ser 25 gundewarên Colemêrgê careke din hate dirêjkirin.

Parêzgeriya Colemêrgê berî niha 25 gundewarên navçeya Çêlê, Gever û Şemzînanê gelek caran wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandibû. 

Vê carê jî Parzêgerî di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de dema qedexeya derketina derva ya li ser 25 gundewarên Colemêrgê heta 27ê Hezîranê dirêj kir.

Parêzgerî ji welatiyan daxwaz kir ko pabendî biryarê bin.

Ji aliyekî din ve îro li navçeya Çêlê leşkerek pêl mayînê kir û bi giranî birîndar bû.