Rûsya bersiva Pentagonê dide: Me HSDê topbaran nekir

Rûsya bersiva Wezareta Bergîriya ya Amerîka dide û careke din armanckirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya bersiva Wezareta Bergîriya ya Amerîka dide û careke din armanckirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike.

Li ser daxuyaniya Wezareta Bergîriya ya Amerîka (Pentagon) ku gotibû, hêzên Rûsî xalên HSDê li gundewarên Dêrezorê kiriye armanc, Rûsya careke din ew yek red kir û got ew tenê DAIŞê dikin armanc.

Peyvdarê Wezareta Bergîriya ya Rûsyayê general Îgor konaşînkov berisva daxuyaniya duh ya Pentagonê da û got, firokeyên Rûsî cihên ku dibin kontrola DAIŞê de dike armanc, ew jî piştî komkirina zanyariyan li ser wan cihan.

Peyivdarê Wezareta Bergîriya ya Rûsyayê herweha got, hêzên Rûsî Amerîka derbarê êrîşên xwe de agehdar kiriye.

HSDê duh ragihandibû, firokeyên Sûriye û Rûsyayê hêzên wan li gundewarên Dêrazorê kiriye armanc û di encamê de 6 şervan birîndar bûbûn.

Şeva borî jî Pentagonê gotibû ku firokeyên Rûsyayê xalên HSDê li Dêrezorê kiriye armanc, lê Rûsya ew yek red kir.