HAK-PAR: Serxwebûna Kurdistanê dibe sedema aramiya navçê

Serokê Giştî yê HAK-PARê tekez kir tekez kir, serxwebûna Kurdistanê dibe sedma aramiya navçê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) tekez kir tekez kir, serxwebûna Kurdistanê dibe sedma aramiya navçê.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç di konferanseke rojnamevanî de ragihand, divê Tirkiyê li hember referandûmê ranewest e, ji ber ku di warê aborî de Başûrê Kurdistan ji bo Tirkiye cihekî gelekî girîng e û dikarin bibin du cîranên baş.

Karakoç got jî: “Em bang li dewlet û berpirsên Tirkiyê dikin, dema dewleta Kurdistanê ya serbixwe hate ragihandin, berî hemû dewletên cîhanê, danpêdanê bi dewleta Kurdistanê ya serbixwe bike.”