Serok Barzanî dest jikarê siyasî nakêşe û wek lêvegereke niştimanî dimîne

Serok Barzanî razî nabe dema serokatiyê careke din bê dirêjkirin û yasaya serokatiyê bê rastkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îminkî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, nameyek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihiştiye destê wan û sibe wê di civîna Perleman de bê xwendin.

Jêderekê agahdar taybet ji Kurdistan24ê re got: "Bi ti awayî bingeh ji dengoya dest jikarkêşana Serok Barzanî re tine, lê Serok Barzanî razî nabe dema serokatiyê careke din bê dirêjkirin û yasaya serokatiyê bê rastkirin."

Herweha got: "Serok Barzanî di 2013an de ku dema serokatiyê bidawî bû, ew razî nebû dem bê dirêjkirin, lê bi sedema şerê li dijî DAIŞê berdewam bû li ser karê xwe."

Heman jêderê zelal kir: "Tiştê niha heye, bi ti awayî ne dest jikar kêşane û tenê dema serokatiyê bidawî hatiye û Serok Barzanî razî nabe ne dem bê dirêjkirin û nejî yasaya serokatiyê bê guhertin. Lewra Cenabê Serok xwe bi postê serokatiyê ve girê nade."

Wê jêderê got jî: "Piştî bidawîhatina dema serokatiya Herêma Kurdistanê, wê Cenabê Serok karê xwe yê siyasî berdewam bike û bi giraniyeke bêtir wê di meydana siyasî de li Kurdistanê bimîne û wek lêvegerek ji bo pirsa Kurd karê xwe yê siyasî berdewam bike."

Herweha balkişand ser wê yekê, ku berî 2005an postê serokatiya Herêma Kurdistanê nebû, wê demê jî Serok Barzanî lêvegera siyasî ya Herêma Kurdistanê bû, niha jî dibe lêvegreke niştimanî ji bo Kurdistanê.