Perlemantoya Tirkiya mûçeyê Baydemir dibire

Perlemantoya Tirkiya mûçeyê perlemantarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr bi hinceta peyva “Kurdistan” dibire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemantoya Tirkiya mûçeyê perlemantarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr bi hinceta peyva “Kurdistan” dibire.

Bo yekemîn car di dîroka perlemantoya Tirkiyê de, bi hinceta ku Parlemanterê bajarê Rihayê HDPê Osman Baydemîr di rûniştna perlemantoyê de peyva “Kurdistan“ gotiye, beşek ji mûçeyê Baydemîr birî.

Medyayên Tirkiyê belav kirin, serokatiya karûbarên darayî ya perlemantoya Tirkiya, biryar daye, biqasî 12 hezar û 322 Leyreyê Tirkî ku dike dora (3246) Dolar ji mûçeyê Osman Baydemîr bê birîn û tenê yek li ser sê ji mûçeyê wî hiştiye.

Medyayên Tirkiyê amaje bi wê dikin, ku dîroka perlemantoya Tirkiyê de ev yekemîn car e sizayek wiha li ser perlementarekî hatiye dayîn û rêveberatiya perlemantoyê jî ragehandiye ku li gorî peyrewa navxwe ya nû Osman Baydemîr bi sizaya madî hatiye sizadan.

Parlementerê Rihayê yê HDPê Osman Baydemîr 13 Berçileya 2017an li parlemantoya Tirkiyê di dema gengeşeyên li ser bûdçeyê de got: “Ez wekî lawê Kurd. Nûnerê ku ji Kurdistanê hatiye, daxwaza min ew e, ev cîh bibe cihê hevpar ên Kurd û Tirkan”.

Seroka civînê Ayşenur Bahçelikapi ji Baydemir pirsî: “Kurdistan li kû dê ye, birêz Baydemir?” Baydemir destê xwe danî ser dilê xwe û bersîv da: “Kurdistan di vir de ye”