Serdar Ebdella: Ez xwe ji bo Serokatiya Iraqê berbijar dikim
K24 - Navenda Nûçeyan.
Çavdêrî siyasî (Serdar Ebdella) ji K24ê re got: Hesren û taybet ji Kurdistan24ê re û berî her her dezgehekê ez ji we re dibêjim, ku min xwe ji bo Serokatiya Iraqê berbijar kiriye.
Serdar Ebdella got jî: Ez xwe berbijar dikim û ji hêzên siyasî yên Kurdî dixwazim ku piştevaniya min bikin da ez wî postî werbigirim.
Ebdella diyar kir, ku Kurd li Herêma Kurdistanê dewlet in û dezgehên dewletê ava kirine, tenê mikurhatin ji serxwebûnê re maye.
Derbarê Serokatiya Iraqê jî got: Ew post ne teşrîfî ye û postekî bibandor e û serokkomar bi wan desthilatên niha di destûrê de hene, kare rê li takrewiya serokwezîr bigire û binpêkirina wî ji mafên Herêma Kurdistanê re rawestîne û sînorekî ji bo Encûmena Wezîran re deyne.
N.O