Pasport a Helebceyê derkevt lê bi navê Silêmanîyê ye..?!

Li bajar ê Helebce, rêveberî ya pasportê hat vekirin û biryare çend rêvebrî yên din jî bihê vekirin wekû , rêberî ya Hatûçûnê, regezname û kart a nîştîmanî daku kar ê hevwelatîyan sanahî bibe li sinûr ê parêzgeh a Helebce.

K24- Helebce

Li bajar ê Helebce, rêveberî ya pasportê hat vekirin û biryare çend rêvebrî yên din jî bihê vekirin wekû , rêberî ya Hatûçûnê, regezname û kart a nîştîmanî daku kar ê hevwelatîyan sanahî bibe li sinûr ê parêzgeh a Helebce.

Rêveberî ya pasportê li parêzgeh a Helebce hat vekirin, Nesîm yekem kes bû ku bû xwedî yê Pasportê li wê rêveberîyê, lê li ser pasport a wê nav ê Helebce nîne û hatîye nivîsandin Îraq- Silêmanî.

Nesîm dibêje: Ew dilxweşe yekem kese bûye, pasportê ji parêzgeh a Helebce distîne, lê ew dilxweştir dibû eger li ser pasport a wê nav ê parêzgeh a Helebce hatiba nivîsandin.

Rêveber ê pasport a Helebce li ser evê pirsê dibêje: Ev rêveberî xwesere û û ser bi regezname ya giştî ya Hewlêrêye. Ew a heya niha hatîye nivîsandin Îraq- Silêmanî tenî ji ber wê yekêye ku nekarîne dîzayîn apasport a Helebceyê amade bikin, lew tenê 100 pasport bi vî awayî hatine û dûv re hemû pasport dê bi nav ê parêzgeh a Helbce bibe.

Salar Serdar, rêveber ê pasport a Helbce, got jî: vekirn a rêbeberînî ya pasportê li patrîzgeh a Helbce, kar ê hevwelatîyan gelek dê bi sanahî bike û biryare rêveberî ya regezname, hatûçûn û kart ê nîştîmanî di demek a nêzîk de li parêzgeh a Helebceyê bihên vekirin.