Yekîtiya Ewropa jî Tirkiyê derbarê rojhilatê Firatê de hişyar dike

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini Tirkiyê hişyar dike, ku ti karekî tekalî li Sûriyê neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini Tirkiyê hişyar dike, ku ti karekî tekalî li Sûriyê neke.

Serokomarê Tirkiyê Recap Tayîp Erdogan di gotareke xwe de ragihandibû, ew têra xwe sekinîne êdî demeke nêz de ew ê li dijî rojhelatê Feratê operasyonên xwe pêk bînin. 

Li gor nûçeya malpera “Sputnik” a Rûsî, Federica Mogherini li ser gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê gotiye: “Em pêşbînî nakin Tirkiye ti gaveke tekalî bavêje, ku hewlên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê lawaz bike.”

Federica Mogherini dibêje: “Niha şerê li dijî DAIŞê diçe qonaxa dawiyê û divê hemû alî yekbigirin û rewşa Sûriyê aloztir nekin.”

 

S. B