Dema Tirkiyê Efrîn dagîr kir Esed sêlfî digirt

Serokê Sûrya Beşar Esed ji bo yekem car piştî sala 2012an, serdana navçeya Xûteya Rojhilat kir û li gel serbazên artêşa xwe sêlfî girt

K24 - Navenda Nûçeyan

Di demekê de, bi deh hezaran welatiyên sivîl ji bordûmana artêşa Sûryê direvin û hêzên rêjêma Sûrî û hevpeymanên wê êrîşên xwe li ser hêzên opozisyonê berdewam dikin, li Rojavayê Kurdistanê jî ku rêjêma Sûrî bi Bakurê Sûrya binav dike, artêşa Tirkiyê û ketîbeyên dijberên Esed, Efrîn dagîr kirin, lê di nav vê rewşê de, roja yekşemê 18/3/2018an, serokê Sûryê Beşar Esed, serdana hêzên artêşa xwe li Xuteya Rojhilat kir, ku dikeve nêzîkî Şama paytexta Sûryê û li gel serbazan dikenî û sêlfî li gel wan digirt.

Rûpelên fermî yên serokatiya Sûryê li ser torên civakî, wêneyên Esed belav kirin, ku serbazên wî li nav kolanekê ji kolanên bereyên şer li pêşya tankekê li dora wî kom bûne.

Li jêr yek ji wan wêneyan hatiye nivîsandin "Esed li ser hêla agir e li Xûteya rojhilat û serok Esed li gel qaremanên artêşa Erebî ya Sûrî ye".

Ev yekem car e Esed dice t ew navçeyên nêzîkî Şamê, piştî ku di sala 2012an de, ji aliyê ketîbeyên dijberiya Sûrî ve hatin kontrolkirin.

Hêzên artêşa Sûryê bi piştevaniya Rûsya, ji roja 18/2/2018ve, dest bi oprasyoneke serbazî berfireh li ser Xûteya Rojhilat kir.

Destpêkê bi bordûmana tund û tov û piştre êrîşa zemînî berdewam kir û heya niha kariye 80% ji wê navçeyê kontrol bike.

N.O