Efrîn.. Ji ber vêxistina agirê Newrozê hejmarek xortên Kurd hatin revandin

Piştî ku bi biryarekê cejna Newrozê û vêxistina agir li Efrînê hat qedexekirin, grûpên çekdar ên li Efrînê ji ber vêxistina agirê Newrozê li Efrînê û gundên wê hejmarek ji xortên Kurd direvîne û eşkence dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku bi biryarekê cejna Newrozê û vêxistina agir li Efrînê hat qedexekirin, grûpên çekdar ên li Efrînê ji ber vêxistina agirê Newrozê li Efrînê û gundên wê hejmarek ji xortên Kurd direvîne û eşkence dide.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Qizilbaşa yê ser bi Bilbilê ve di şeva 20 Adarê de ji ber vêxistina agirê Newrozê li ser banê xaniyê xwe, mamosteyê dibidtanê  Îbrahîm Ehmed ji aliyê grûpek ser bi Siqor El-Şemal ve hat revandin û piştî ew eşkence dan û hemû pereyên wî jê standin, ew berdan.

Ji aliyekî din ve, Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, ji ber ku hejmarek ji xortên gundê Kefesefrê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve di şeva Newrozê de agir pêxistin, grûpa çekdar Semeqend avête ser gund û gule di nava gund de avêtin û hejmarek ji xortên wî gundî revandin.

Wê navendê navên hin xortên hatine revandin ên hatine naskirin belav kir ku wiha ne:  Mihemed Silêman, Mihemed Mustefa Mewas, Murad Mihemed Xilo, Xelîl Murad û Mihemed Xelîl.

Piştî ku encûmenên xwecihî yên Efrînê di daxuyaniyekê de cejna Newrozê li welatiyên Efrînê pîroz kiribûn û gotibûn her kesek azad e Newroza xwe bi awayê guncaw bike, lê di piştre di daxuyaniyekê de ahengên Newrozê û vêxistina agir hatin qedexekirin û grûpên çekdar rewşeke ewlehiyê ya awarte li ser welatiyan sepandin.

Lê tevî qedexekirina Newroz û agirê wê, li Efrînê û piraniya gundên wê agirê Newrozê li ser banê malan hatin vêxistin û ala Kurdistanê hat hildan.

Bi derbasbûna salekê di ser dagîrkirina Efrînê û hatina cejna Newrozê re grûpên çekdar zêdetir fişar xistin ser Kurdên Efrînê û ji roja 16ê Adarê ve nêzîkî 100 kesî li Efrînê hatine revandin.

 

S. B