Çawîşoglu: Berpirsên Almanyî ji bo dengên hilbijartinan êrîşî Tirkiyê dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje: “Berpirsên Almanya ji bo hilbijartinan êrîşî Tirkiyê dikin, lê ev nêzîkatî tiştekî naxe destê wan.”

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje: “Berpirsên Almanya ji bo hilbijartinan êrîşî Tirkiyê dikin, lê ev nêzîkatî tiştekî naxe destê wan.”

Çawîşoglu li gel wezîrê derve yê Pakistanê Muhamed Asif kongirekî rojnamevanî lidar xist û li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê rawestandina firotina çekan ji aliyê Almaniya ve got: “Em hemû gotinan di çarçoveya hilbijartinên Almanyayê de dinirxînin.”

Navhatî diyar kir ku, “Cîranê xerab mirov dike xwedî mal û ev helwesta derve dibe sedema pêşxistina pîşesaziya parastina netewî û niha Tirkiye dikare firoke û helîkopteran bi xwe çêbike.”

Herweha Çawîşoglu zelal kir, ku helwesta Şêwirmenda Almanya ji ya Gabrîel baştir e û got: “Divê di demên hilbijartinan de jî nêzîkatiyeke rast hebe, ji ber ku hilbijartin derbas dibin, lê dostanî her dimîne.”