Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve: Ji daxwazên Kurdan têdigihin

Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet bi rê ve dibe. Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alistair Burt bersivên parlemantaran dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemana Birîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Birîtanya di wan bûyeran civînekê taybet bi rê ve dibe. Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alistair Burt bersivên parlemantaran dan.

Di bersiva parlemantaran de Alistair Burt helwesta welatê xwe ligel yekperçeyîya Iraqê diyar kir û got: “Me bi zelalî ji Herêma Kurdistanê re got ku referandûm ne di berjewendiya Iraqê û şerê li dijî DAIŞê de bû û divê bi rêkeftin ligel Bexdayê ba.

Herwiha got: “Me bi Balyozê xwe yê li Iraqê axivîn û me got em têdigihin daxwaza Kurd, lê ew daxwaz cibicî nabin heger ne bi rêkeftin û di çarçova danûstandin de be.”

Alistair Burt got: “Referandûm, referandûm e. Gûmana me nebû ku referanûm ne ji bo serxwebûnê be. Referandûm fişar e û armancên xwe diyar in. M ji piştî referandûmê jî dît ku hestiyariyek heye. Hêvîdar in çareseriyek bi riya diyalogê bê dîtin.”

Wezîrê Dewletê Brîtanyayê yê Karûbarên Derve Alistair Burt di bersiva parlemantarekî de jî got: “Brîtanya bi berdewam hewla dide guftûgo di navbera her du aliyan de bibe. Di baweriya me de ew bû, ku referandûm bihata paşxistin, lê ew yek nebû.”

Got jî: “Nikarim destwerdana Îranê li navçê red bikim. Em di warê dîplomasî û bratîkî li ser erdê bûn û ji herêmê dûr neketin û dizanin nakokî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, lê Brîtanya nikare destêwedanê bike û daxwazê ji her du aliyan dikin ku ti karekî leşkerî rû nede û aramiyê têk nede. Em dizanin Heşda Şeibî ku aliyekî derveyî li pişt e û hewl didin Iraq bixwe biryarê bide û pisa serxwebûna Kurd û yekgirtîbûna Iraqê divê bi lêkolîn û danûstandinê bê çareserkirin.”