4 şervanên HSDê li firokxaneya Minigê birîndar bûn

Grûpên opozîsyonê Sûriyê firokxaneya Minigê ya li bakurê Helebê topbaran kirin di encamê de 4 şervanên HSDê birîndar bûn.

K24 – Navenda Navenda Nûçeyan

Grûpên opozîsyonê Sûriyê firokxaneya Minigê ya li bakurê Helebê topbaran kirin di encamê de 4 şervanên HSDê birîndar bûn.

Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, ku ji serkirdeyekî grûpên çekdar veguhestine, grûpên çekdar bi çend mûşekan baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li firokxaneya Minigê ya serbazî armanc kirin û di encamê de 4 şervanên HSDê birîndar bûn.

Li gor wî jêderî, êrîşa wan li ser baregehên HSDê wek berisvekê ji êrîşên HSDê yên li dijî baregehên wan li gundê kilcibrînê bû.

Li bakurê gundewarê Heleb rojane şer û pevçûn di navbera HSD de derdkevin, ku grûpên çekdar ên opozîsyonê dixwazin wan gund û bajarokan ji destê HSDê de derxe.