Hêzeke Îtalî gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, hêzeke Îtalî gihîşt Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Dêrazorê bicih bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di  çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, hêzeke Îtalî gihîşt Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Dêrazorê bicih bû.

Li gor ajansa “Anadolu” a Tirkî, artêşa Îtalyayê bi armanca piştevanîkirina li şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzek şandiye Rojavayê Kurdistanê û li tenişt hêzên Fransa û Amerîka bicih dibe.

Jêderekî ji wê ajansê re aşkere kiriye, ji nêzîkî hefteyekê ve ew hêza Îtalî ji Iraqê ve derbasî navçeyên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola YPGê de ne bûye.

Amaje bi wê jî kiriye, leşkerên îtalî di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de çûne Sûriyê û li binkeya leşkerî ya Amerîka ya li kêlgeha El-Omerî li Dêrezorê bicih bûne.

Ev di demekê de ye, ji ber dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re di meha Adara bûrî de, YPGê û HSDê êrîşên xwe li ser DAIŞê rawestandibûn, lê bi destpêka meha Gulanê re û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî careke din bi operasyona “Bagera Cezîrê” li rojhilatê Dêrzorê kiriye.

 

S. B