Bi amadebûna Serok Barzanî merasîma xuleke leşkerî Zîrevanî birêve çû

Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasîma bidawîhatina xula “Pêkvejiyan” a Hêzên Pêşmergeyên Zîrevanî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasîma bidawîhatina xula “Pêkvejiyan” a Hêzên Pêşmergeyên Zîrevanî bû.

Malpera Serok Barzanî belav kir, Îro Pêncşemê 16.8.2018an bi amadebûna Serok Barzanî li Fêrgeha Zêrevanî ya bajarê Hewlêrê merasîma bidawîhatina xula “Pêkvejiyan” ya Serdesteya Yek birêve çû.

Herwiha tê de hat: “Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kerîm Şingalî û Fermandarê Fermandariya Pêşmergeyên Zîrevan Lîwa Ezîz Weysî û nûnerê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di merasîmê de amade bûn.

Di wê çarçovê de, Wezîrê Pêşmerge gotarek pêşkêş kir û behsa rola hêzên Zîrevanî di şerê li dijî DAIŞê kir û spasiya Serok Barzanî kir bo piştevaniya berdewam ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re.

 

 

S. B