Edhem Barzanî: Dilê xwe li Silêmaniyê dihêlim

Serokê berê yê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmanî û Helebce Edhem Barzanî ragihand, “Dilê xwe li vê sînorê dihêlim”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmanî û Helebce Edhem Barzanî ragihand, “Dilê xwe li vê sînorê dihêlim”

Îro li bajarê Silêmaniyê li baregeha Encûmena Serkirdatiya PDKê, erk û karê serokê berê yê wê encûmenê Edhem Barzanî piştî 2 salan bidawî hat û endamê Serkirdeyê PDKê Arif Tayfûr wek Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebce dih girt.

Ev guhartinên di nava PDKê  dehevdem e bi amadekariyên aliyên siyasî ji proseya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê, ku biryar e 30î Îlona bê birêve biçe.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê derbarê karvedana kadro, endam û alîgirên PDKê ji van guhartinan re ragihand, binkeya cemawerî ya PDKê pêşwazî li vê guhartinê kiriye û dibînin ku her guhartinek bê kirin, di berjewendiya partiya wan de dibe.