Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kar bo dîtin û dariştina awayekî nû ji pêwendî û dostayetiyê were kirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Bazranî ragihand, bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî pêwîst e bi riya diyalogê kar bo dîtin û dariştina awayekî nû ji pêwendî û dostayetiyê were kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Bazranî ragihand, bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî pêwîst e bi riya diyalogê kar bo dîtin û dariştina awayekî nû ji pêwendî û dostayetiyê were kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, riya dirust a berve pêşveçûn û çareserkirina pirsgirîkan ew e ku li şaşîtiyên berê mukir bên, ku şêwaza wan pêwendiyan hebûye lê kiryarî nebû.

Daxuyaniya Mesrûr Barzanî di çarçova civînekê ligel Sekreterê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb Kerîm û şanda pê re bû.

Di civînê de dawî pêşhatên serbazî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê,  herwiha danûstandin derbarê amadekariyên encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê û hilbjartinên bê yên Iraqê û pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de hate behskirin.

Ji alyê xwe ve  şanda bilind a Kongreya Nîştmanî ya Iraqê  pêzanîna xwe derbarê qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge di rizgarkirina wan naçeyan ji destê DAIŞê nîşan da û ew yek jî anî holê ku ew ligel biryara mafê çarenivîsî ne û ew di xwestekên rewa yên gelê Kurd têdigihên berdewamî bi pêwendiyan were kirin ji bo dariştina pêwendiyan di navbera herdu hikûmetan bi riya diyalogê.