Li Efrînê bombeyek teqiya û welatiyek bû qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundê Birc Heyderê yê Efrînê bombeyeke vedayî hate teqandin û di encamê de welatekî canê xwe jidest da.
Li jêderên ji Efrînê, li navçeya Şerawa li Birc Heyderê dema ku traktor derbas dibû, bombeyeke vedayî teqiya û di teqînê de ajovanê traktorê Ehmed Xelîl Hec Elo canê xwe jidest da.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adara bûrî ve Efrîn dagîr kirine, ji wê demê ve jî hema hema bi awayekî rojane bombeyên vedayî bi xelkê Efrînê de diteqin û bi dehan sivîl ta niha bûne qurbanî.
Ta niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê vedana bombeyan di xanî û zeviyên xelkê de ranegihandiye.
S. B