Efrîn.. Kuştin, revandin û şewitandin berdewam e

Li Efrînê girtin û eşkencekirina welatiyan, dizî û talan û şewitandina dar û daristanan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê girtin û eşkencekirina welatiyan, dizî û talan û şewitandina dar û daristanan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e.

Jêderên ji Efrînê ji K24ê re dan zanîn, li gundê Çopana ser bi Raco ve çekdarên Feyleq El-Şam şeva bûrî avêtin ser mala kalemêrê bi navê Memê Bilkê yê 80ê salî û mala wî talan kirin.

Li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa jî, çekdarên grûpa El-Hemzat pîrejina bi navê Sultanê Nasiro Xelîl ya 60 salî kuştin û mêrê wê Hemdî Ebdo jî revandin û ta niha çarevîsa wî ne diyar e.

Li Efrînê jî çekdaran welatiyê bi navê Xelîl Sîdo ji çend rojan ve ew ligel otombîla wî revandine û ji bo azadkirina wî daxwaza bireke mezin a pereyan dikin.

Ev yek di demekê de ye, ji heyama hefteyekê ve, agir berdidin çiyayê Hawarê, çiyayên Reco, daristanên û navçeya Şera a Efrînê û heta niha agir berdewam e.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18ê Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûn û ta niha rojane dizî, talan, girtin, eşkencekirin û şewitandina dar û daristinên Efrînê dikin.

S. B