HSD 16 gund li rojhilatê Dêrazorê kontrol kir

Peyvdara Bahoza Cezîrê Lîlwa Ebdela ji Kurdistan 24 re got ku, Operasyona wan berdewam e û ew dixwazin sînorê ligel Iraqê ji DAIŞ paqij bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD 16 gund li rojhilatê Dêrazorê kontrol kir.

Medya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat ragihand ku, Hêzên HSD piştî berdewamiya Operasyona Bahoza Cezîrê li gundewarên Rojhilatê Firatê karîn e 1100 kîlometrên çargoşe li wê deverê kontrol bikin.  Ew rûber jî, 16 gund û hejmarek bexçe li xwe digre.

Peyvdara Bahoza Cezîrê Lîlwa Ebdella ji Kurdistan 24 re got ku, Operasyona wan berdewam e û ew dixwazin sînorê ligel Iraqê ji DAIŞ paqij bikin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku, jiber tûndiya şer li gundewarên Rojhilatê Firatê  bi hezaran welatî awareyî deverên di jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokrat bûn e.

 

 

C.B