Li Tirkiye û Bakur binçavkirinên li ser torên civakî zêde dibin

Li Tirkiye û bakûr binçavkirinên li ser torên medyaya civakî zêde dibin. Li gorî dezgehên hiqûqî radigihînin; parvekirinên salên 2015'an jî tên lêkolînkirin û li ser salên borî jî binçavkriin pêk tên.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiye û bakûr binçavkirinên li ser torên medyaya civakî zêde dibin. Li gorî dezgehên hiqûqî radigihînin; parvekirinên salên 2015'an jî tên lêkolînkirin û li ser salên bûrî jî binçavkriin pêk tên. Li gorî nûnerên mafên mirovan û hiqûqnas dibêjin; tu kiryariyên cezayî yên ji bo torên medyaya civakî di hiqûqê de tune ne lê li gelemperiya bakur û Tirkiyeyê rêjeya binçavkirinên bi vî rengî gelek zêde bûne.

Torên medyaya civakî, li seranserê cîhanê wekî navgîneke girîng a xwederbirînê tên bikaranîn. Li bakûr û Tirkiyeyê jî di salên dawîn de qedexeyên li ser çalakiyan dibin sedem ku kes û kesayet zêdetir daxwaz û nêrînên xwe yên civakî li ser cureyên van toran destnîşan bikin. Lê binçavkirinên li ser van parvekirinan jî roj bi roj zêde dibin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Abdûllah Zeytûn dibêje; parvekirina fikir û ramanan ji aliyê hiqûqê ve mafekî rewa ye û binçavkirinên li ser vê babetê jî ne hiqûqî ne.

Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Diyarbekirê Abdûllah Zeytûn ji K24ê re wiha axivî: "Parvekirinên ku 2 - 3 sal berê çêbûne û niha di derbarê wan parvekirinan de binçavkirin çêdibin; ji aliyê hiqûqî ve tu şîroveya wê tuneye. Bê guman ev binçavkirin hemû jî bi gelemperî li ser xwederbirîna civakê, wekî binpêkirinên mafên mirovan in û em jî wisa dinirxînin."

Li gorî daneyên ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine parvekirin; li gelemperiya bakûr Tirkiyeyê 51 milyon kes torên medyaya civakî bi kar tînin. Lê di nav 3-4 salên dawîn de gelek parvekirinên takekesî, wekî sedemên sûcên civakî û hişmendiya parçekirina Tirkiyeyê tên dîtin. Parêzer Gazal Bayram Kolûman jî dibêje; komîsyonên ku van parvekirinan dinirxînin ji çend beşan pêk tên û her parvekirinên ku wekî bangeşiya rêxistinên dijyasayî werin dîtin, wekî sedema binçavkirinê tên dîtin.

Parêzer Gazal Bayram Kolûman ji K24ê re got: "Di demên dawîn de em gelek rastî dosyayên li ser binçavkirinên torên medyaya civakî tên. Dema em van dosyayan bi gelemperî dinirxînin, em dibînin ku li ser giliyan û li ser ewlehiya millî, di çarçoveya xebatên îstîxbarî de tên kirin. Dema em li ser hûr bibin bê ka ev parvekirinên ku dibin sedema binçavkirinan hemû sûc in yan na; em dibînin ku ne pêkan e hemû jî sûc bin."

Li gorî hiqûqnas dibêjin; binçavkirin û girtinên li ser torên medyaya civakî, li ser giliyan çêdibin. Di parvekirinên ku wekî sûc tên dîtin de heqaretên li Serokomarê Tirkiyeyê, gotinên ku bibin sedema aloziyên civakê û bangeşiya rêxistinên dijyasayî têrî binçavkirin heta girtinan dikin. Daneyên fermî ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve nehatibin parvekirin jî li gorî mafnas û hiqûqnasan; binçavkirinên bi vî rengî bi hezaran çêbûne û hîn jî dewam dikin.