Honda kargeha xwe li Tirkiye digre

Navenda Ewrûpa ya şirketa otombîlan a Japonyayî Honda ragihand, ku: Kargeha xwe li Tirkiye, li devera Gebze di sala 2021an de bi tevayî digre...

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ewrûpa ya şirketa otombîlan a Japonyayî Honda ragihand, ku: Kargeha xwe li Tirkiye, li devera Gebze di sala 2021an de bi tevayî digre û bala xwe dide deverên din ên cîhanê, ku dikare zêdetir berhemdar be.

Li Kargeha Honda ya li Gebze 1100 kes kar dikin. Herweha salane 38 hezar otombîlan berhem tîn e.

Honda herweha eşkere dike, ku dê Honda zêdetir liser otombîlên elektrîkî kar bike, ku niha di bazara otombîlan de xwedî pêşerojek ronîtir e.

Biryara Honda a girtina kargeha xwe, li Tirkiye bi dilgiranî hate nirxandin.

 

 

C.B