Barzanî: Ta niha jî şikandina hevpariyê li Iraqê berdewam e

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 48 salan bi ser rêkeftina 11 Adarê re, peyamek belav kir û tê de ragihand, ta niha jî şikandina hevpariyê li Iraqê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 48 salan bi ser rêkeftina 11 Adarê re, peyamek belav kir û tê de ragihand, ta niha jî şikandina hevpariyê li Iraqê berdewam e.

Serok Barzanî di peyamekê de ku li malpera xwe ya fermî li ser tûra Internetê belav kiriye ragihand, t niha bi hizrê îkariyê serderî ligel Kurd tê kirin.  

Deqê peyama Serok Barzanî:

Îro 48 sal bi ser yekem rêkeftina di navbera gelê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbas dibe, ku tê de dan bi beşek ji mafên gelê Kurdistanê hat dayîn.

Piştî 48 salan û piştî jenosidkirina gelê Kurdistanê û derbasbûna qonaxên curbicur, îro ew rêkeftin û tevahiya rêkeftinên din bi destûra 2005an ve ji aliyê Bexdayê vet ê binpêkirin û piştî dîrokeke tijî karesat, hîna şikandina hevpariyê berdewam e û hîna her bi hizrê înkar û perawîzkirinê serederî ligel gelê Kurdistanê tê kirin.

 

S. B