ENKS zincîreyek çalakiyên piştevaniya referandûma serxwebûnê dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji bo piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê çalakiyan dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji bo piştevaniya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê çalakiyan dike.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragihand, Emîndariya Giştî ya ENKSê biryar daye ji bo piştgirya referandûma Herêma Kurdistanê çend ahengan li Rojavayê Kurdistanê li dar bixe.  ”

Mihsin Tahir diyar kir, dê ahengên piştevaniyê li sê deverên cuda yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin.”

Mihsin Tahir bang li camera Rojavayê Kurdistanê kir, di wan ahengan de beşdar bin û piştevaniyê bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê.