Agirbesteke demkî li Idlibê ket warê bicihkirinê

Agirbesteke demkî ji bo 72 demjimêran li eniyên şer ên gundewarê Hema û Idlibê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agirbesteke demkî ji bo 72 demjimêran li eniyên şer ên gundewarê Hema û Idlibê hat ragihandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di çarçova agirbesta demkî ya Tirkî – Rûsî, şer li tevahiya eniyên şer li gundewarê Hema û Idlibê hat ragihandin û ji şeva bûrî ve ket warê bicihkirinê.

Rewangehê amaje bi wê yekê, heta niha 12 demjimêr di ser wê agirbestê re derbas dibin û ti şerî rû nedaye.

Ji roja 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li ser “herêma bêçek” li gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê kiriye û di encamê de heta niha zêdetir ji 479 kesî canê xwe jidest daye û zêdetir ji 180 hezar kes jî koçber bûye.

Rewangehê diyar kir jî, ji 30 Nîsanê û ta roja 17ê vê mehê, zêdetir ji 3187 êrîşên esmanî li ser “herêma bêçek” a rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê hatine kirin.

Ev di demekê de ye, duhî Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karbarên Siyasî Rosemary Dicarlo di civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de hişyarî ji karesateke mirovî li Idlibê da.

 

S. B