KCK: Li Efrînê berxwedan dê berdewam be

KCK da xuyakirin, ji ber hîn li navenda bajêr sivîl hene û ji bo bajar wêran nebe, dest ji şerê xendek û sengeran berdane, lê li bajêr berxwedan berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

KCK da xuyakirin, ji ber hîn li navenda bajêr sivîl hene û ji bo bajar wêran nebe, dest ji şerê xendek û sengeran berdane, lê li bajêr berxwedan berdewam dike.

Piştî ku Artêşa Tirk kontrolkirina navenda Efrînê ragihand, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ev du meh in, hember artêşa duyemîn ya NATOyê berxwdaneke pir mezin tê kirin.

KCK got, jiber ku sivîlên li navenda bajêr zerer nebînin û avahiyên bajêr wêran nebin, dest ji şerê sengeran berdaye, lê li gundewarên Efrînê û navenda Efrînê dê berxwedan berdewam bike.

Nêzîkî du mehan e artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, îro jî hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn.

Ji berê vê êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, ku ta niha nêzîkî 280 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûne. Herwiha zêdetir ji 150 hezar welatiyên sivîl ji Efrînê koçber bûne.

 

S. B