Serokê Encûmena Neynewa: Li Şingalê gelek hêz hene, lê ewlehî nîn e

Serokê Encûmena Neynewa Seydo Çeto: Gelek hêz li Şingalê hene, lê ewlehî nîn e bo xelk vegere.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û ragihand, rewşa niha ya Şingalê ne baş e, ji ber ku heta niha beşek xelkê hîna di kampan de ne û venegeriyane Şingalê. 31 yekîneyên îdarî hebûn, piştî rizgarkirina Mûsilê, beşek ji xelkê vegeriyan, lê hîna ji sedî 85 ji xelkê li kampên Herêma Kurdistanê de ne.

Li ser sedemên venegera xelkê, Seydo Çeto got: Ji aliyê ewlehiyê ve Şingal li ser sînorê Sûriyê ye û hîna metirsî Kurdên Êzidî ji DAIŞê heye. Ji aliyê xizmetguzariyê jî, hîna rê, elektirîk, av, binkeyên tenduristî û perwerde dirust nebûne. Kengî Êzidiyên Şingalê bibînin ku rewşa Şingalê ji ya kampan baştir e, wê demê dê vegerin.

Derbarê ewlehî û birêvebirina Şingalê de Seydo Çeto got: Hejmarek ji hêzên curbicur li Şingalê hene, wek artêşa Iraqê,, polîsên xwecihî, polîsa federalî, Heşda Şeibî, Pêşmerge, PKK, YBŞ û HPŞ hene. Hevrêzî di navbera wan nîn e û dibin sedema aloziyan û venegera xelkê.

Herwiha got: Bi bihaneya nebûna cih û venegera ji sedî 85 ji xelkê, îdareya rewa ya Şingalê niha li nahiya Faydê ye. Li şûna wê îdara nerewa hatiye, wek mînak, endamekî Encûmena Qezaya Beacê bûye Qeymeqamê Şingalê, li gor yasayan jî nabe endamê encûmena qezayekê bibe qeymeqamê qezayeke din. Herwiha Birêvebirê Nahiya Şîmal a Sinûnê, karmendekî Gerînendeya Keştûkalê yê Şîmalê ye. Herwiha Birêvebirê Nahiya Gir Izêr jî wiha. Anku hikûmet li gor dilê hin kesan, ne li gor yasayan tê danîn.

Seydo Çeto bang li vegera îdareya rewa ya Şingalê kir û got: Em daxwaz din îdareya rewa ya Şingalê û hemû karmendên perwerdê, tenduristî û hemû warên din vegerin Şingalê û xizmetguzariyê pêşkêş bikin. Lê dîsa em nikarin ji xelkê bibêjin vegerin, heger ewlehî peyda nebe.

Da zanîn, Şingal ji sala 1928an ve bûye qeza û heta niha ew xaniyê ku xelkê Şingalê tê de dijîn, nebûne milkê wan. Di sala 1975an de 11 komelgehê bi zorê çê bûn û 366 gundên biçûk bi zorê di wan komelgehan de hatin bicihkirin û heta niha xaniyên wan ne bi navên wan in. Heta ewlehî venegere, heta milkê wan ne bi navê wan be, 72 gorên bikomî neyin vekirin û pêşketinekê di rewşê de nebîne, xelkê Şingalê venagere.

Herwiha got: Li gor movika 4 ji madeya 7 ya Qanûna 21 ya 2008an, me 39 nûnerên pêkhateyên Mûsilê ji Kurd, Ereb, Êzidî, Şebek, Miliman, Kiristiyan û hemû pêkhateyan me deng da û biryarek derxist ku Heşda Şeibî beşdarî rizgarkirina Mûsilê nebin, lê ew biryara me li erdê ket û Heşda Şeibî beşdar bû. Piştre me dîsa biryarek derkir ku polîsa navxwe tenê li navendên bajêr bin, lê dîsa bicih nebû. Hebûna hejmarek mezin hêzan û nebûna hevrêziyê li Şingalê, dibe sedema ku ewlehî peyda nebe.  

Got jî: Xelkê Şingalê ji neçarî û hejarî bi PKK, Heşda Şeibî, artêşa Iraqê, Polîsa Navxweyî, Pêşmerge re ye. Lê heger deriyê xwebexiyê vebe û mûçe bên dayîn, xelkê Şingalê dê bi Polîsa Navxweyî û Pêşmerge be.

 

 

S. B