Rûhanî sibe tê Tirkiye

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, liser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, sibe tê Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, liser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan Erdogan, sibe tê Tirkiyê.

Serokkomarê Iranê sibe serdana Tirkiyê dike. Ligor medya Tirkiye, her du welatên garantorên Astana, dê hevkariya xwe ya li Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriye gotûbêj bikin. Dorpêçên Amerika liser Îranê babetek din a girîng di rojeva her du welatan de ye.

Tê çaverêkirin, nirxandinên liser Hevdîtinên Cenevê, ku liser Krîza Sûriye tê lidarxistin liser mêz a danûstandinên Erdogan û Rûhanî de be.

Seredana Rûhanî di demekê de ye ku, Tirkiye gefa Operasyonê li rojavayê Kurdistanê xwariye û heta niha di vê babetê de Komara Islamî helwêstek zelal eşkere nekiriye.

Serdana Hesen Rûhanî liser daxwaz û vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan  pêk tê.

 

 

C.B