Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê: Li Pirsûsê 2 HDPî bi kêran hatine kuştin

Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê da xuyakirin, kamîreyên nexweşxaneya Pirsûsê hatine şikandin û di nexweşxaneyê de 2 HDPî bi çek û kêran hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê da xuyakirin, kamîreyên nexweşxaneya Pirsûsê hatine şikandin û di nexweşxaneyê de 2 HDPî bi çek û kêran hatine kuştin.

Duh li Pirsûsa Rihayê di dema bangeşeya hilbijartinê de, di navbera parlamenterê AK Partî û rêveberê BDPê de alozî derket û di encamê de birayê parlamenterê AKPê û 3 endamên HDPê canê xwe jidest dabûn.

Serokomar û Serokwezîrên Tirkiyê kesên birayê parlamenterê AK Partî kuştine wek terorîstên PKK û HDPê binav kirin. Medya Tirkiyê jî tenê cih dide kuştina birayê parlamenterê AKPê.

Lê Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê li nexweşxaneya Pirsûsê lêkolîn kir û pişt re daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, êriş li nexweşxaneyê hatiye kirin, kamîreyên çavdêriyê hatine şikandin û 2 birîndar li wê derê bi çek û kêran hatine kuştin.

Tirkiye 24ê Hezîranê diçe ser sandoqan û bi nêzîkbûna hilbijartinan li qadan di navbera aligirên partiyan de rageşî rû didin û li ser çend partiyan ji aliyê netewperestan ve êrîş tên kirin.

Li ser vê mijarê Komeleya Mafê Mirovan raportek amade kiribû û li gorê wê raportê, di heyamên dawî herî zêde êrîş li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatine. 

 

S. B